Ji Îranê hişyariya li ser Tengava Hurmuzê: Dest li derbasbûna bêdestûr dikare bê werdan

Muxafizên Şoreşê yên Îranê diyar kirin ku keştiyên ji Tengava Hurmuzê derbas bibin divê ji cihê ku Tehranê diyar kiriye derbas bibin, naxwe wê li "tedbîrên guncaw" rast bên.

Muxafizên Şoreşê ragihandin ku derbasbûna ji Tengava Hurmuzê tenê ji rêgeha ku ji aliyê Îranê ve hatiye ragihandin dikare pêk were.

Di daxuyaniyê de hate gotin, derbasbûna bêyî destûra Îranê "ne ya qebûlkirinê ye û metirsîdar e" û hate ragihandin ku li hemberî hewldanên bi vî rengî wê "tedbîrên guncaw" bêne wergirtin.

Tengava Hurmuzê ku ji aliyê bazirganiya enerjiya cîhanê ve xwedî girîngiyeke stratejîk e, di navbera Îran û Ûmmanê de ye. Îranê di pêvajoya şer de kontrola xwe danî ser tengavê û dixwaze vê erka rêvebirina tengavê dewam bike. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) jî îdîa dike ku herêm di statuya rêya avê ya navneteweyî de ye.

Daxuyaniya Muxafizên Şoreşê weke bersiva li hewldana "korîdora deryayî ya demkî" tê dîtin ku Ûmmanê li gel Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî (IMO) di nava koordînasyonê de ava kir.

Ûmmarê ragihandibû ku korîdora navborî ji bo hêsankirina derbasbûna bi ewle ya keştiyên bazirganiyê hate ragihandin.

Mutabaqata ku di navbera Îran û DYE'yê de ji bo bidawîkirina şer hate ragihandin, diyar dike ku Îran ji bo derbasbûna bi ewle ya keştiyan divê hewl bide. Li gorî lihevkirinê, keştiyên bazirganiyê di 60 rojên destpêkê de wê bêpere ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.

Lê belê diyar nebû ku piştî vê demê wê pêkanîneke çawa bikeve dewrê.